VEGERA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA ME TUNE YE!
Êrîşên li dijî jinan berdewam dikin, lê em cara 13’an di Meşa Şeva Femînîst de ne, dîsa li kolanan, em her tim li kolanan in!
Me salek din a dijwar derbas kir. Kuştinên jinan gihişt asta qetlîamê. Bi gotinên “hûn ne wekhevê me ne, li dijî fitratê ye, bi deng nekenin, kurtajê nekin” jin kuştin, dan kuştin. Yên ku piştî Ozgecanê peyamên şermezarkirinê şandin, qet berpirsîyarîya xwe ya di qetilkirina jinan de qebul nekir. Wan nexwest bibînin ku ew zilamê ku jê re digotin qatil, yek ji wan bi xwe ye û yên ku destwerdana jinan dikin û aqil didin jinan, şîdeta mêr gurr dikin. Desthilatdarîya mêr a ku we mezin kir, Ozgecan ji destê me girt, her roj jîyana hemû jinan tehdîd dike.
Neyartîya dijî jinan, di ‘pakêta malbatê’ ya hikûmetê de, di veguhestina giştî de, di perwerdehîya nirxan de, di meclîsê de, li malê, li kuçeyê, Di her warê jîyana me de nelirêtî êrîşî me dike.
Lê îro em dixwazin behsa berxwedana xwe ya li hemberî van êrîşan, behsa têkoşîna xwe ya jîyanê ya li dijî zilam û AKP’ê bikin.
Desthilatdarîya AKP’ê bi polîtîkayên îstîxdamê û bi gotinên “jin emanetî mêran in” dixwaze jinan mehkûmî zewac û malbatê bike. Zêr û teşwîq didin ji bo kesên ku bizewicin û zarokan bînin. Lêbelê ger hûn nezewicin, mafên civakî bo we tên astengkirin da ku jîyan ji we re dijwar bibe… Em bi van derewan naxapin, em ji bo avakirina jîyana ku em dixwazin têdikoşin, em hevgirtinê ava dikin. Hejmara jinên nezewicî roj bi roj zêde dibe.
Yên ku bo zewacê serê jinan dinuqirînin, pêşî li hevberdanê jî digirin. Telaq bi ji alîyê dewleta ku ombudsmanîya telaqê ava kirîye û ji alîyê ji cîranên ku şîretan dikin dibêjin “mala xwe xera neke, şansekî din bide wî” tê zehmetkirin. Sedema herî zêde ya kuştinê di kuştina jinan de, mêrberdana jinan an jî xwesteka mêrberdanê ya wan e. Tevî van hemû astengîyan, xewna AKP’ê ya tirsnak pêk tê, jin dev ji mêrberdanê bernadin.
Pakêta nû ya nermkirina xebat, alîkarî û betlaneya zarokanîn em qet razî nekirin. Em dibînin ku we îstîxdama jinan nerm û bêewle kirîye û encama wê jî wê bibe îstismarkirina keda me ya biheq û bêheq. Em bi van derewên we nayîn xapandin.
Dema ku ji qatên dewletê yên herî bilind ji bo anîna 3 zarokan, 5 zarokan zext li jinan tê kirin, dema ku di jîyana jinê de dayîkbûn weke karîyera herî girîng tê binavkirin, em jin dibêjin “Bedena me ya me ye, mafê me heye ku di derbarê xwe de biryarê em bidin”. Me nehişt ku qedexeya kurtajê di meclîsê re wek qanûn derbas bibe. Li ser vê yekê, qedexeya kurtajê bi awayekî defakto hate destpêkirin û tenê li sê nexweşxaneyên Stenbolê kurtajên bi dilxwazî pêşkêş dikin. Dema ku me ev eşkere kir, Wezareta Tenduristîyê li şûna ku pêşî li vî sûcê nexweşxaneyan bigire, femînîst derewan kirin. Li alîyê din em dest ji şopandina mafên xwe bernadin û li dijî vê qedexeyê piştîvanîya hev dikin.
Jin li hemberî tundîya mêran bêdeng neman! Ew ê bêdeng nemînin! Dema rastî şîdetê hatin, jinan zêdetir mafên xwe bikar anîn. Di sala 2013’an de hejmara jinên ku gilîyê mêran li midûrîyeta polîsan kirine 82 205 bû, di sala 2014’an de jî bûye 118 014.
Dengê me yê rêxistinbûyî li hemberî qetlîamên jinan ên ku dem bi dem çapemenî jî wekî ‘terora mêran’ bi nav dikir, hîn bilindtir bûye. Dadgerîya mêrsalar a ku bi hinceta provokasyona neheq, ango mêrsalarîyê, di dozên kuştina jinan de cezaya mêran kêm dike, êdî ji têkoşîna jinan a rêxistinbûyî ditirse. Rastîya ku helwesta ‘nekevin navbera jin û mêr’ dibe sedema kuştina jinan, zêdetir xuya bû. Yên ku şîdetê temaşe nekirin û mudaxele kirin, zêde bûn.
Em êdî çîrokên wan jinan dibihîzin ku jiber şîdeta mêrên xwe, ji bo ku neyîn kuştin, mêrên xwe kuştine. Li dijî tundîya mêran xweparastin mafek e!
Gotin hûn nikarin xort û keç di heman malê de bijîn, me got ji we re çi! Em dikarin wek keç û xortan bi hev re bijîn û dikarin ji hevcinsên xwe hez jî bikin. Tevî zilma homofobîk û berxwedana li hemberî hewldana ku meyla zayendî û nasnameya zayendî di makezagonê de bi cih bikin, me got em li vir in û bi deh hezaran di meşa serbilindîyê de meşîyan û însîyatîfên LGBTÎ yên nû hatin avakirin. Têkoşîna li dijî kuştina transan a rêxistinkirî berdewam kir.
Jinên ku li kêleka me mohra xwe li berxwedana Kobanê dan, biryardarîya me ya têkoşînê zêde kirin. YPJ’ê ne tenê li dijî DAIŞ’ê, lê li dijî desthilatdarîya mêrsalarî ya ku li Rojhilata Navîn bi darê zorê tehda li jinan dike û ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn şer kir. YPJ’ê li seranserê sînor em xurt kirin û hêza me bi bîra me xist.
Ev hemû hêzdarbûn, têkoşîn û berxwedan; tevî AKP’ê ya malbatparêz a dijminê jinan û tevî polîtîkayên wê pêk hatin ku hewl dan ku me bifetisînin.
Îro ji bilî dijmintîya li hember jinan, serokkomar bi xwe jî hewl dide nefreta li dijî femînîzmê li Tirkîyeyê belav bike. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê baş dizane ku rêxistina tekane femînîst bi xwe ne ku rasterast li hember polîtîkayên wan ên kevneperest û olî têdikoşin ku jinên li derveyî malbatê tiştek nahesibînin. AKP ji hêzdarbûna jinan ditirse. Gotina ‘femînîst’ wek tehdîd dibînin. Bila ew ji bo şikandina berxwedana serdestîya mêrsalarî êrîşî femînîzmê bikin, em bi têkoşîna xwe ya femînîst xurttir dibin.
Femînîzm di serî de dixwaze jin bi xwe li jîyana xwe xwedî derkevin. Ji xwe re bêje femînîst an na, femînîzm bandor li jîyana hemû jinan dike.
Her roj zêdetir jin xwe birêxistin dikin û jîyana xwe diguherînin, tevgera femînîst xurt dikin û hevgirtina jinan ava dikin. Ji bo femînîstan, ji bo jinan, veger tune ye!
Kolektîfa Femînîst a Stenbolê
08.03.2015