2017 – Daxuyanîya Çapemenîyê – Kurmancî

Daxuyanîya Çapemenîyê ya 2017an

Vegera têkoşîna me ya femînîst nîne!  Na ji destwerdana li jîyana me re!

Em îsal cara 15emîn di Meşa Şevê ya Femînîst de wek jin û trans li kêleka hev, li kuçe, li meydanê, li kolana Îstîklalê di nava jîyanê de ne.

Em bi hev re li pêşberî zilamên ku her roj bedena me dikin armanc û li pêşberî dewletê radiwestin ku tirsê dixe nava me û hewl dide ku me jinan ji kolanan, meydanan, şevan, zanîngehan, cihên cemawerî, kargeh û sîyasetê tine bike.

Di şert û mercên wêranker ên Rewşa Awarte de jî, em ji kirina tiştên ku em herî baş dizanin, paşde naçin, em naçin ti cihî, em li ber xwe didin, ji ber ku veger li jîyan û têkoşîna me nemaye!

Hemû şêweyên kevneperestî û serdestîya mêrsalarîyê herî baş em dizanin û dîsa herî baş em dizanin ku ew çawa êrîşî jinan dikin.

Ew dixwazin em vegerin malên xwe piştî bihîstîna xeberên lêdana jina bi şortan, êrîşa li ser jina ducanî ya li parkê û tecawiza li jina ku bi şev vedigerîya malê.

Em van nûçeyan dibihîzin, ji ber ku em dizanin ku roj bi roj desthilatdarîya mêrsalar a heyî tê rewakirin.

Mêr bi bêcezayîyê tên xelatkirin, hiqûq jî ji bo wan berdewam dike.

Lêbelê, dûrî tirs û paşvekişînê; em bi hevgirtina jinan hevdu xurt dikin, em ji kolanan venagerin.

Hikûmeta AKP’ê malbata heteroseksîst, tirk û sunî li ser me hemûyan ferz dike. Kesên trans ên ku bi van polîtîkayan hedef tên girtin; di malên xwe de, li kolanan ji alîyê mêran ve tên kuştin. Kujer ji alîyê dewletê bi xwe ve tên parastin û teşwîqkirin.

Dema hejmara jin û transên ku bi tundîya mêran ji nav me tên girtin roj bi roj zêde dibe, dadmendîya serdest a mêran, kujerên jin ji her cure kêmkirina cezayê ya mêranîyê sûd werdigirin û cezayên weke xelatê dide wan. Jinên ku li dijî tundîya mêran jîyana xwe diparêzin, cezayên giran dide wan.

AKP bi polîtîkayên xwe yên ewlekarîyê yên neteweperest qadên jîyana me teng dike.

Bombe li jîyana me dibarin. Ji bo ku em malbatan ava bikin, tu teşwîqek nemaye ku wan nedaye me.  Ew dixwazin jinan têxin nava malbatê, tecrîdê li wan bihêlin û wan qels bikin.

Ew dixwazin em zarokan bînin, wan mezin bikin, em bêpergal û bi qanûnên karkerên kirêkirî bixebitin, bi yarmetîyên lênêrîna zarokan ji bo dapîrên li malê bên cezakirin.

Pêşxistina zewacê û komîsyona hevberdanê heman tişt in: malbat.

Em bi salan e dibêjin, em dîsa bibêjin: Em ne deyndarê dewletê ne û ne jî deyndarê mêran in ji bo zarokan. Berevajî, mêr deyndarê me ne.

Em jî bi teşwîqên zewacê nayên xapandin. Ma hûn dizanin ku tevî van teşwîqan zêdebûna hevberdanê çi dibêje? Jin êdî derketine kolanan, jin xwedî li jîyana xwe derdikevin û êdî veger ji ve yekê nemaye! 

Piştî xirakirina şer û bombeyên li ser jîyana me, niha jî bi oportunîzma Rewşa Awarte re sazgehên jinan ên mûxalîf tên girtin û sazgehên jinan ên nêzî xwe ava dikin da ku karibin bibêjin “Binêrin, em jî bi rêxistinên jinan re dixebitin.”

Şaredarên jin û rêveberên herêmî û navendên şêwirmendî û hevgirtinê yên jinan ku berhema xebatên wan in, ji alîyê qayyûman ve tên dagirkirin.

Yekemîn tiştê ku qayyûm dikin girtina navendên jinan û gotina “jin nikarin bibin şofêrên otobusê” ye.

Parlamenterên jin ên ku dengê me ne li Meclîsê ku hewl didin temsîlîyeta wekhev pêk bînin û hevrêyên me ne di têkoşîna femînîst de, tên girtin û hewl didin ku wan bêdeng bikin.

Hewl didin me ji meclîs û jîyana civakî derxînin.

Ger em ne li meclîsê bin, em li kolanan in, ger ne li şaredarîyê bin em li qadan in û em diqîrin ku li her derê bi hevgirtina jinan cîhanek cûda pêkan e. 

Hewl didin bi zagonên ku bêyî agahîya me nîvê şevê derdixin rê li ber zewaca zarokê bi îstîsmarkar re vekin. Hewl didin destkeftîyên ku bi qanûnên sivîl û peymanên navneteweyî ve jinan bi dest xistine, yek bi yek desteser bikin.

Me mafên xwe bi dest xistine, helbet em ê wan biparêzin. Ew kesên ku difikirin ku em ê bêdeng li bendê bin û hestûyê xwe li “qedera xwe” xwar kin, em pê wan dikenin.

Hê çêtir, em kenên xwe yê dilşad ji wan re dişînin.

Em vê 8’ê Adarê ji her demê xurtir in. Ji ber ku li gelek deverên cîhanê jin li dijî polîtîkayên dewletên kevneperest, nîjadperest, mîlîtarîst, zayendperest, homofobîk û transfobîk di grevê de, li kolanan û li serhildanê de ne.

Îsal 8’ê Adarê wê bibe 8’ê Adarê ku li hemû cîhanê jinên cîhanê li dijî şer, desthilatdarî û tundîya mêran, heteroseksîzm û her cure cudakarîyê li ber xwe bidin û bêjin na.

Hevgirtina jinan sînoran derbas dike! Em ji tenêtî û tirsa ku demên dijwar em kişandine dîsan bi hêz û cesareta ku em ji hev digirin, xilas dibin.

Meşa me ya şevê hem îfade û hem jî ji nû ve îlankirina vê yekîtî û biryardarîyê ye. Em îro bi hezar û yek cureyên jinan, bi hezar û yek rêbazên têkoşînê li vir in. Em bi cudahîyên xwe bihêztir dibin û li dijî gefên li ser jîyana xwe mil bi mil têdikoşin.

Em ê heta tunebûna wan kesan berdewam bin ku difikirin mafê wan heye ku mudaxeleyî me bikin ku em çi li xwe bikin, em evîndarî kê bibin, kêf û zewqa me çawa bin, kengî em derkevin kolanan, dema em ducanî bibin kurtajê bikin an na, em bi çi tonê biaxivin û bikenin.

Em ê jîyanê ji nû ve ava bikin û em ê ava bikin. Bi vê wesîleyê em careke din ji mêran û dewleta mêrsalar re radigihînin. Wekhevîya kêmtir ji sedî sed nabe!

Na ji jîyanê re ku sînorên wê bi malbatê re hatine kişandin! Na ji mûçeya newekhev re bo keda wekhev û xebata bêewleyê re! Ji şer û operasyonên dersînor re na!

Na ji qusandina maf û azadîyên me re! Ji edaleta mêrsalar û dewleta mêrsalar re na! Na ji sermîyanê malbatê re ne jî ji serokê dewletê re!

Em bi şev kolan û meydanan naterikînin! Têkoşîna me ya femînîst nayê vegerandin!

Em ê di sala pêş de jî ji bo bilindkirina dengê têkoşîna femînîst a di vî warî de bên cem hev. Bijî Têkoşîna Me ya Femînîst! Bijî 8ê Adarê!

Femînîst

8ê Adarê 2017

Benzer Yazılar

2017 Feminist Gece Yürüyüşü Basın Açıklaması

2017 Feminist Gece Yürüyüşü Takvim

2017 Yılı Feminist Gece Yürüyüşü Slogan Listesi