2013 – Daxuyanîya Çapemenîyê-Kurmancî

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2013’an

 

Leşê Me, Jîyana Me, Biryara Me ya Me Bin!

Bila malbata we ya we be!

Weke jinên ji Tirkîyê, me sala dawî li dijî polîtîkayên hikûmetê yên ku bi perspektîfa “Malbat berîya jinan tê” û “Jin ji bo malbatê ye” dixwest bi armanca parastin û xurtkirina malbatê zext li ser jinan zêde bikin û hewl bidin jinan bi mal, malbat û mêrê wan ve girêdayî bikin, li ber xwe dan û em têkoşîyan.” 

Silogan: Em jin in, ne malbat in, em di serhildana femînîst de ne.

Desthilatdarîya AKP’ê bi ferzkirina “dayikbûnê”, “namûsê”,  “hevjînên meqbûl”, “3-5 zarokan” û pêkanînên ku jinan li malê digre, bedena me ya jinan weke makîneyên zêdekirina nifûsê dibîne. AKP bi hewldana qedexekirina kurtajê,  li pêşîya kurtajê asteng dike û polîtîkayên wisa dimeşîne ku zext û serwerîyê li bedena me dike û qadên jiyanê yên me teng dike.

Silogan: AKP destê xwe ji laşê min bigire!

Kurtaj mafek e, biryar a jinan e!

Şîdeta mêran li mal, kolan û her derê jîyana jinan dorpêç kirîye. Dewleta ku jinan bi tenê di nava malbatê de nas dike, polîtîkaya xwe ya civakî jî tenê bi rêya malbatê û weke lutfeke pêşkêş dike! Jinên ku rastî şîdetê hatine, nikarin bigihîjin mafên xwe; tirsa ku ew li dadgeh, walîtî, sitargeh û sazgehên dewletê hest pêdikin, wan neçar dike ku vegerin hawîrdora tundîyê.

Silogan: Piştgirî bo jinan, ne bo malbatê!

Dewlet hewl dide jinan mehkûmî malbatên heteroseksuel bike; meyla zayendî û nasnameya zayendî, hebûna jinên lezbîyen û trans înkar dike. Jinên trans ji civakê tên dûrxistin û bi zorê karê seksê dikin. Kesên trans tên kuştin û ji bo kujerên wan jî tawîzên provokasyonê yên neheq têne sepandin.

Silogan: Kuştin transan sîyasî ye!

Silogan: Bêdeng nemînin, biqîrin, lezbîyen hene!

Li Tirkiyeyê her roj 3 jin ji alîyê mêran ve tên kuştin, yek ji her sê jinan rastî lêdanê tê,  yek ji her 5 jinan rastî destavêtinê tê. Li vî welatê ku şîdet lê zêde ye û jin têda ne ewle ne, hejmara sitargehan tenê 103 ne. Dewleta ku di derbarê zêdebûna nifûsê de dikare her cure hesabên matematîkî bike, dema ku behsa hejmara sitargehan dibe, hesab û kitêb ji bîr dike! Jîyana li sitargehên heyî wisa hatîye çêkirin ku jinan vegerîne malbatên wan, hawîrdora tundûtûjîyê.

Desthilatdarîya ku zimanê xwe yê zayendperest bi navê “Qozeyê” didomîne, Navendên Pêşîlêgirtina Şîdetê xistin merîyetê ku jin û mêr di bin banê hev de dihêlin. Ev sazgehên ku ji bo xweşkirina navbera jin û mêr û şêwirmendîya malbatê hatine avakirin, dema ku di navbera jinên rastî şîdetê û mêrên şîdetker de şêwirmendîye bikin, xizmetê ji mêran re dikin, ji jinan re nakin. Li hemberî vê pêkanînê nerazîbûneke me ya ji esasê heye.

Silogan: Pêşîya kuştinê bigire, ne ya hevberdanê.  

Qanûna bi hejmara 6284’an a ku bi îdîaya pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan, bêyî ku li bertekên rêxistinên jinan bên nirxandin hat derxistin. Ev qanûn ev salek e di merîyetê de ye, lê cîbicîkirina wê bi îradeya kes û rayedarên maye ku jin serî li wan didin. Mafê jîyanê yê jinan ji însîyatîfa polîs, dadger, dozger, walî û qeymeqam re hatîye hiştin. Kiryarên nestandard di pêvajoyên darizandinê de jî jinan ditirsînin. Biryar ne bi armanca destekkirina jinan, lê bi feraseta zayendperest tên girtin. Qanûn xizmeta mêran dike, ne xizmeta jinan! Wezaret ji peyva “Malbat” a ku di qanûna bi hejmara 6284’an de li ser navê wê hatîye dayîn bigire heta şeklê wê yê rêxistinî, ji bo di her warî de domandina pergala serdestîya mêran dixebite. Lêbelê bi xurtkirina malbatê hûn nikarin li hemberî tundîya mêran bisekinin. Heger hûn alîgirê malbatê bin, tu ne alîgirê jinan in!

Silogan: We got malbat û malbat, we zindan kir li me heyat! 

Weke jin em di tevahîya jîyana xwe de dibînin ku dewlet bi gotina razîtî di tecawizê de û provokasyona neheq di kuştina jinan de, li hincetan digere ku şîdeta li ser jinan rewa bike. Me îsal di doza Nevîn û gelek jinên din de dît ku jin li pêşberî daraza mêrsalar tên tecrîdkirin; ji bo ku xwe biparêzin û li hemberî tundîya mêran li ber xwe bidin, neçar in ku edaleta xwe bi xwe pêk bînin. Jin mafê xwe yê xweparastinê bi kar tînin!

Silogan: Edaleta rastîn, ne edaleta mêrsalar!

Weke jinên li Tirkîyeyê dijîn, me gelek caran anî ziman ku derdora şer û pevçûn, mîlîtarîzma dewletê û şîdeta ku ev 30 sal in didome çiqas bandorê li hemû jinan dike. Di sala dawî de bi polîtîkayên netewperest-zayendperest ên dewletê zext bi taybetî li ser jinên Kurd zêde bûne. Jin ji ber ku beşdarî Mîtînga 8’ê Adarê bûne, ders dane, fikirîne, ramanên xwe anîne ziman û tenê ji ber Kurdbûna xwe hatin girtin û têne girtin. Em dixwazin dest ji girtinan berdin û yên di girtîgehê de ne jî serbest bên berdan. Tirkîye ev demeke dibe şahidê pêvajoyeke nû ya muzakereyan. Di vê pêvajoyê de, weke jinên ku encamên şer û pevçûnan dizanin û têdikoşin, em alîgir in: Em dibêjin “Aştî, hema niha!”

Silogan: Em di aştiyê de israr dikin!

Mudaxeleya li dijî navenda şêwirmendîya jinan a ÎŞTAR’ê ku weke sitargeh dixebite, girtina jinên ji ÎŞTAR’ê û dosyaya girtina rêxistina jinan a femînîst a VAKAD’ê, hewldanên dewletê yên ji bo astengkirina têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên Kurd bi awayekî zelal nîşan dide. Weke femînîst em ê hem li cem ÎŞTAR û hem jî li cem VAKAD’ê bin.

Silogan: Jin, jîyan, azadî!

Silogan: Bijî hevgirtina jinan! 

Jinên ku di 4’ê Adarê de çûn Midûrîyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî, polîtîkayên zayendperest ên AKP’ê şermezar kirin û pankarteke li avahîyê bilind kirin, rastî tundî û îşkenceya polîsan hatin, Fatma Şahînê jî li hundir şîdeta mêran şermezar dikir. Şîdeta mêrsalar a dewletê nikare me bitirsîne!

Silogan: Bav were, mêr were, dewlet were, cop were,

              Dîsa serhildan, dîsa serhildan, dîsa azadî! 

 

Îro 8ê Adarê ye! Roja Têkoşîn û Hevgirtina Jinan! 
Em jin vê fikrê red dikin ku fermana malbatê ya îroyîn ku koletîya kedê, lênêrîna heta hetayê, tundî û zordestîyê dide me, yekane rêya jîyanê ya rewa û xwestek e! Ger malbata we ya pîroz her roj kuştina jinan be, eger ev cezaya zewacê be, ji dewletê re zarok anîn be, em li dijî vê ferzkirinê serî hildidin! Em têkoşîna xwe ya li dijî kapîtalîzm û mêrsalarîyê, li dijî zilam û desthilatdarîya mêran, bi çalakîyên xwe, bi serhildan, berxwedan û bi hevgirtina jinan re berdewam dikin.

Kolektîfa Femînîst a Stenbolê/8’ê Adara 2013’an

Silogan: Bijî 8ê Adarê! Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî!



Benzer Yazılar

2013 Feminist Gece Yürüyüşü Takvimi

2013 Feminist Gece Yürüyüşü Basın Açıklaması ve Sloganlar

2013 Feminist Gece Yürüyüşü Toplantı Çağrısı