2011 – Daxuyanîya Çapemenîyê-Kurmancî

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2011’an

 

Hevalên delal, jinên delal!

Îro 8ê Adarê ye! Dîsa “8’ê Adarê”yeke din e ku em nikarin têda Roja Jinan pîroz bikin! Lêbelê 8’ê Adarê li her derê ji alîyê her kesî ve tê pîrozkirin. Ji bo ku 8’ê Adarê ji têkoşîna li dijî tundî û îstîsmara mêrên serdest û ji femînîzmê dûr bixin, çi hewldaneke mezin heye…

Me ji bîr nekirîye ku me 8’ê Adarê ji têkoşîna jinên kedkar a heta mirinê ya bi daxwaza kêmkirina saetên kar û baştirkirina şert û mercên xebatê girtîye, bi ser de em careke din li dost û dijmin dubare dikin ku me ev roj li wan kesan mîrat girtîye ku wan li dijî Mistefa’yan têkoşîn kirine ku digot divê terrik li ser pişta jinan nêye kêmkirin. 

Em îro li vir piştîvanîya xwe li wan kesan bi eşkerayî diqîrin ku keda wan hatîye desteserkirin, li malê bûne mehkûmê koletî û li kargehê jî bûne mehkûmê meaşên kêmtir, li malê-kargehê-kerxaneyê têne îstismarkirin, mecbûr mane ku li lêdana bav û mêrên xwe tebat bikin, di cînayetên namûsê de hatine kuştin, di kurtajên veşartî de mirine, ji alîyê çeteyên navneteweyî ve ji bo sektora fuhûşê hatine firotin û li kuçe-kargeh-şer û nezaretê de tûşî taciz û tecawizê bûne. BIJÎ HEŞTÊ ADARÊ!

Serhildan Azad dike! Jinno, ji bo Rizgarîya Me, WerinTÊKOŞÎNÊ;

Serhildana me; li dijî desteserkirina ked, beden û nasnameya jinan e ji alîyê mêran ve.

Serhildana me; li dijî lêdana mêran, li dijî bav û kekên me ye ku xwe wek  “parêzvanê namûsa me” dihesibînin.

Serhildana me; li dijî tundîya dewletê, îşkence, tacîz û tecawiza cerdevan, leşker û polîsan e.

Serhildana me; li dijî desteserkirina keda me ya li malê ye ji alîyê mêran ve… Li dijî wê yekê ye ku em karê malê, karê lênêrînê dikin û wek karkerê malbatê yê bê heqdest dixebitin û keda me nayê dîtin.

Serhildana me; li dijî wan e ku me di bazara kapîtalîst de îstismar dikin, ji ber ku em jin in  û naxwazin di rêza duyemê de bin keda me erzan dibînin, mûçeyên wekhev ji bo karê wekhev nadin me, karan bi awayeke zayendperest dabeş dikin.

Serhildana me; li dijî patronan û sendîkayên mêrsalar e ku êrîşa kapîtalîzmê ya li ser jinên kedkar nabînin, bi mêrsalarîyê re çekan didin hev û rêveberîya xwe bi jinan re parve nakin.

Serhildana me; li dijî wê yekê ye ku em nikarin zayendîya xwe azad bijîn, li dijî mêrsalarîyê ye ku heteroseksîzmê li ser me ferz dike. Dîsa li dijî dûrxistin û paşguhkirina lezbîyenan, li dijî tundîya hember jinên travestî û transgender û li dijî sûcên nefretê ye. 

Serhildana me; li dijî nesaxkirina birînên jinên kurdan e ku zimane wan hatîye qedexekirin û zanavê wan hatîye tunehesibandin. Serhildana me li dijî wan e ku nikarin bibêjin “Bijî Xwişk û Biratîya Gelan!”

Serhildana me; li dijî TUNDÎYA MÊRAN, serhildana me LI DIJÎ KUŞTINA JINAN E…

Îsal jî; em hatin kuştin ji ber ku me nexwest ku em bikevin nivîna mêran, ji ber ku me xwêyê dirêj nekir, ji ber ku me hevberdan dixwest.

Îsal jî; qatilên me bûne mêr, hevserên berê, bav, bira û evîndar. Dema ku mêran îsal jî jin dikuştin; dewleta mêrsalar bi hemû sazgehên xwe kujerên mêr parastin.

Îsal jî; qereqolên ku me xwest me ji lêdana mêrên me xilas bikin û “qanûnên parastinê” bi cih bînin, em şandin malê. Pir caran em diçin Dozgeriyên ku em pir caran bi çavên xwe yên reşkirî û lêvên xwe yên birînkirî çûne ku serlêdana sûc bikin; bêyî ku destên wan bilerizîne biryara devjêberdena ji şopandinê dan. Sazgeha Tipa Edlî ya ku em hem bi bêhêvîtî û hem jî bi hêrs li bendê bûn ku di dosyayên tecawizê de randevûyê bide, bi biryarên xwe parastina tecawizkaran berdewam kir. Di sala dawî de jî dadgehan bi hinceta “provakasyona neheq”, ango “kêmkirina ceza ya bo mêranîyê” di kuştina jinan de, cezayên kujeran kirin çivîk. 

Îsal jî; me têkoşîna li dijî tundîya zayendî; ne tenê li dijî yên li derveyî me, li hemberî yên li kêleka me jî domand. Tevî ku me dizanibû mêrên ku em bi wan re di heman sendîkayê de, di heman partîyê de ditêkoşin ji serdestîya mêrsalar ne azad in, dîsa jî, ji ber tiştên ku li dû me qewimîn em lerizîyan û xemgîn bûn. Herî dawî xebatkareke KESK’ê jî got ku rêveberekî ew tacîz kirîye. Tiştên ku piştre qewimîn, bi awayekî vekirî nîşan da ku çiqas girîng e ku gotina jinan di tacîz û tecawizê de esas bê girtin û guhnedana vê prensîbê an jî gotina “daxuyanîya jinan girîng e, lê…” tên wateya tinehesibandina jina ku rastî tacîza zayendî hatîye û destkeftiyên rêxistina jinan.

Îsal jî; di rapora Forûma Aborî ya Cîhanê ya 2010’an de, Tirkîye di warê “wekheviya zayendî” de di nava 134 welatan de ji rêza 121’an daket 126’an, lê ji bo sazgehên dewletê tiştek neguherî. Serokwezîrî ji jinan re gotina xwe ya “3 zarokan bînin.” tim dubare kir. Lêbelê di vê 8’ê Adarê de me dixwest bibêjin ku jin êdî rastî tundîyê nayên. Me dixwest bibêjin ku dema jin rastî tundîyê hatin, sitargehek dikeve para her 7500 jin û zarokan, li gorî pîvanên Yekîtiya Ewropayê ewqas sitargeh hatine vekirin. Me dixwest ku êdî dûbare nekin ku hêjmara sitargehan hîn negihîştîye 100î. Me dixwest ragihînin ku êdî dema jin bixwazin xwe ji tundîyê dûr bixin ewlekarîya wan a aborî tê dayîn, tundîya mêran êdî ne rewa ye, çûna jinan a dadgehê jî nabe sedema kuştina wan.

Lê îsal jî dewletê tu tedbîr negirt ku zîhnîyeta serdest a mêran ji holê rabike, pêşî li îstîsmara fizîkî û kedê ya jinan bigire, tundîya fizîkî, derûnî û aborî ya li ser jinan kêm bike. Ji xeynî nûçeya pêşnûmeya qanûnê ya ku berîya 8’ê Adarê bi lez û bez hat ragihandin, tiştek di destê me de nîne. Em tedbîrên lezgîn dixwazin, ne qanûnên muhtemel ku li ser kaxezê bimînin.

Em bang li Meclîs, Hikûmet û rayedarên Dadwerîyê dikin; jin her roj ji alîyê xizmên xwe yên mêr ve têne kuştin. Hûn li benda çi ne ku wan bisekinin?


Îro 8’ê Adarê ye! Dîroka 8’ê Adarê, dîroka berxwedana jinan e. Em 8’ê Adarê weke roja serhildana jinan silav dikin. Bi hev re em xurt in, bi hev re em ê bi serhildanê xurttir bibin.

BIJÎ 8’Ê ADARÊ, BIJÎ TÊKOŞÎNA ME!

Kolektîfa Femînîst a Stenbolê





Benzer Yazılar

2011 Değerlendirme Toplantısı Öncesi İllet*’in Maili

2011 Yılı 8 Mart Gündüz Mitingi’ne Katılımla İlgili İstanbul Feminist Kolektif’in Açıklaması

2011 Yılı 8 Mart Gündüz ve Gece Eylem Çağrısı