2010 – Daxuyanîya Çapemenîyê-Kurmancî

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2010’an

 

Di 100. salvegera 8’ê Adarê de em dibêjin “Bijî Têkoşîna me ya Femînîst û hevgirtina me ya femînîst!”. Em hîn li kolanan in.
Em tu carî pêwendîyê di navbera xwişkên xwe yên berîya 100 salan li New Yorkê di fabrîqeya tevnsazîyê de mirin û jinên Ozay û Pameks ên hatin qetilkirin de qut nakin û herwiha tevî mûçeyên kêm, tehdîdên ji kar avêtinê û qanûnên bêewle yên civakî ku me mehkûmî mêran dike, em dibêjin “Keda me, ya me ye!”. Em van karên bêdawî yên wekî xwarinçêkirin, firaqşûştin, cilşûştin, utîkirin, paqijî, lênihêrîna zarok û nexweşên extîyar ji bo têrkirina qirikê dikin.  Dema em li dinyayê xwedî derdikevin, wê têr dikin û paqij dikin, keda ku em bo têrkirina qirika xwe xerc dikin nayê dîtin, bi ser de em têne îstismarkirin. Em zêdetir girêdayî mêr, malbat û malê dibin. Ji bo ku azad bibin, jin dakevin kolanan, mêr li malê bixebitin!

Di 100emîn salvegera 8’ê Adara 2010’an de hîn jî li Tirkiyeyê her roj 3 jin tên qetilkirin.
Em ê li Taksîmê li dijî qetlîamên jinan dengê xwe bilind bikin. Dema ku em di malên bi navê “Helîna Xwe” de ji alîyê kesên nêzî me ve rastî şîdetê dihatin, di heman demê de em li dadgehê bûn li dijî zilamên ku dixwestin xwişkên me bi hincetên cuda yên wekî “Min pir ji wê hez dikir” bikujin. 
Li dijî daraza ku bi hincetên wek “hatîye tehrîkkirin”ê destekê dide mêrên qatil, em dibêjin “Kuştina jinan polîtîk e!”
Li dijî tacîz û tecawizê em ê dev ji kolanan bernedin. Dema ku me tacîz bikin, em ê şerm nekin û hawar bikin! Em ê derzîya xwe ya binefşî li wan xin!
Di 100emîn salvegera 8’ê Adarê, sala 2010’an de em ji bo jinên qetilkirî li Taksîmê ne, li cîhê ku ku şev û kolan li ser jinan bûne gef.
Li sala dawîyê her roj 3 jin hatin kuştin! Armanca zilamên sûcdar û sûcdarparêz yek e! Parastina hêza xwe ya li ser jinan.
Me Münevver, Guldunya, Ayşe û Pîppa JI BÎR NEKIRÎYE!
Em ji sazgeh û dezgehên ku em karibin xwe tê de bigirin û li hemberî tundîya mêran bişêwirin, têne bêparkirin.
Şaredarîyên ku ji bo jinan sitargehan venakin, bi mîlyonan dolar alîkarî didin projeyên Paytexta Çandê û bi butçeyên ku jinan paşguh dikin, bajêr bi rê ve dibin. 
Di serdema hikûmeta we de di 9 mehên destpêkê yên sala 2009’an de 953 jin hatin qetilkirin.
Ger sitargeh niha neyên çêkirinê, dê kengî çêbin?
Em ji bo azadî û aştîyê mixalîfê mîlîtarîzmê ne, li dijî navendên mîlîtarîst in ku mixalîfan wekî dijminên navxweyî dihesibînin!
Em nirxên welatparêzî û neteweperestiyê red dikin ku têda mirin û kuştin tên pîroz kirin.
Li dijî binçavkirin û girtinên li ser jinên Kurd ên ku dişibin lînç û darbeyan, em dibêjin “Bijî hevgirtina jinan, têkoşîna hevpar û aştî!”.
Ji Berçelanê heta Taksîmê, ji Kadikoyê heta Esenyurtê em israra xwe ya aştîyê didomînin.
Di 100emîn salvegera 8ê Adarê, sala 2010an de li Taksîmê em li dijî fikarên homofobîk û pêkanînên cihêkarî û dûrxistinê yên li dijî hevzayendan in ku ji kû û kê tên, bila werin.
Em li vir in da ku bêjin “Destê xwe ji leşê min bikşîne!”.
Dirêjîya etekê me ne vexwendinek e ji bo mêran.
Em cil û bergan li gor dilê xwe li xwe dikin, em bi şev li kuçeyan li gor dilê xwe dimeşin.
Bedenên me ne aîdî BAVAN, mêran, dewlet an jî desthilatek din a ezmanî ne.
Ji bo cîhanek ku em têda neyên çewisandin û îstismarkirin û bikaribin bêjin leş, nasname û keda me ya me ne.
Li dijî pergala serdest a mêran,
Bijî têkoşîna me ya femînîst!
Bijî hevgirtina me ya femînîst!

Kolektîfa Femînîst





Benzer Yazılar

2010 Feminist Gece Yürüyüşü Takvimi

2010 Feminist Gece Yürüyüşü Basın Açıklaması

2010 Feminist Gece Yürüyüşü Çağrı Metni