2016 Feminist Gece Yürüyüşü

Feminist Gece Yürüyüşü

2016

Basın Açıklamaları

Daxûyaniya Çapameniyê

2016 – Daxuyanîya Çapemenîyê-Kurmancî

Daxûyaniya Çapameniyê ya 14. Meşa Şevê ya Femînîst – 8 Adar 2016 Stenbol   Ji 8ê Adarê 2015an heya îro di malê, di kar, di dibistanê û di kolanan de...

Daxûyaniya Çapameniyê ya 14. Meşa Şevê ya Femînîst – 8 Adar 2016 Stenbol

 

Ji 8ê Adarê 2015an heya îro di malê, di kar, di dibistanê û di kolanan de em jin jiyan û mafên xwe diparêzin; me têkoşîna xwe ya dijî malbatê, zilamên kardêr û tûndiya dewleta zilam bilind kir. Li aliyek ve di herêmê û Tirkiyeyê de şer û pevçûn zêde bû, li aliyê din gotin, şîret û politikayên hikimetê yên bi zorê bila jin bibin fedekar û di jiyana malbatê de dorpêç bibin berdewam kir. Dîsa ji bo jiyanek yek-tîp a li ser esasên kedxwarin, tûndî, tacîz, dayîkbûn, heteroseksualbûn, Misilmantî û Tirkbûn tê parastin di kar û malê de tê pêwîstkirin. Kuştina jinan a kêm nabe û kuştinên transan ên ber gotinên nefretê zêdetir dibin qada jiyan û azadiya jinan û transan her diçe teng dike. Li hemberî vê biryarbûyîn û jimara her diçe zêde dibe ya femînîstên ku dijî tûndiya zilaman jiyanên xwe diparêzin û aştîxwaz in me carek din qanî kir ku têkoşîna me ya femînîst di rêyek paş ve naçe de ye. 

Em aliyê jiyanê ne, em dibêjin bila çek rawestin!

Ji 8ê adara derbas bûye heya niha em femînîst dibêjin ku dijî şerê welat de dewam dike em aliyê jiyanê ne, em carek din dixwazin ku bibêjin bi lezgînî çek rawestin! Em dizanin ku emcama bombeyên li her aliyê welat diteqin û şer tenê tûndî, mirin û hilweşandina nayê telafîkirin e. Li cihê ku teşhîrkirina cinazeyên jinên hatine kuştin wek serkeftin tê qebûlkirin û di malên hatine dorpêçkirin de dêrpêyên jinan tê raxistin de eşkereye ku şer ji aliyê mejûyê serdestiya zilaman ve tê xurtkirin. Em femînîst, aliyê aştiya civakî ne! Em wek jin û transên li vî welatê dijîn em tînin bîra berpirsaran ku hîn zêdetir sucê nekin û bi lezgînî bo aşitiyê tevbigerin!

Ji bo ked, nasname û bedena xwe em di têkoşîna xwe ya femînîst de bi israr in! 

Îro li Tirkiyeyê û herêmê encamek şer a din jî ew e ku hemû hemleyên polîtîk ên din nayên xuyakirin. Em femînîst, dijî pêkutiya ser ked, nasname û bedena jinan di jiyana xwe ya rojane û polîtîk de berxwedana xwe berdewam dikin. Polîtîkayên we yên armanc dikin ku bila jin ber çavan nexuyên, bila tûndî ji malan dernekeve, bila jin bên hepskirin, bila bi rêya komîsyonên berdanê wekheviya jin û zilaman nexuyê em dizanin! Înyadê kesên bi zorê bi jinan zarok didin çêkirin, em dibêjin ku heke em bixwazin em zarok çêdikin, em nexwazin çênakin! Înyadê kesên ku keda jinan hem malê de hem kar de nabînin û ji bo jinên zarok çêdikin malan de heps bikin kreşan digirin em li keda xwe xwedî derdikevin! Em dijî sepanên jinan bi bêtemînatbûna xebat û civakî dihêlin li ber xwe didin! Kî dibe bila bibe, kesên ku em çi demê derketine kolanan, me çi li xwe kiriye, em çi dikin dipirsin re em dibêjin ku jiyan a min e, ji te re çi! Kurtasî dijî hewldanên armanc dike ku jiyana me, keda me, cinsiyeta me kontrol bike em ê her diçe li ber xwe bidin. Em jin berdewam dikin ku jiyana xwe bi femînîzmê rêxistin bikin!

Em li jiyana xwe xwedî derdikevin!

Dijî zêfandina qadên me, dijî polîtîkayên serdestiya zilaman, dijî zilamên bi şer, nefret û tûndî rêxistin dibin em li jiyana xwe xwedî derdikevin! Dijî pêkutiya em di malan, kolanan û kar de dibînin, dijî tacîz û tecawiza li me tê kirin em xwe diparêzin, em tûndiyê teşhîr dikin, em piştgiriya jinan xurt dikin. Em rêya ku ji kulmisê diçe kuştinê dizanin, em deman nadin tûndiya zilaman. Em zorê didin ser dad, hêzên ewlekarî û yekîneyên dewletê yên din ku hemberî tûndiya zilam peywîrên xwe nayînên cih û em dibêjin ku vî tûndiyê temaşe nekin, dijî wî bikevin nava hewldanê. Dijî talûkeya mirinê ya ji zilaman tê, dijî tûndiya bi salan in em dibînin em jiyana xwe diparêzin, em mafê xwe yê rewa bi kar tînin. Em red dikin ku em di mal û malbatên pêkutî de bên hepskirin û em jiyana xwe ava dikin. Em diçin dibistanê, em li hemberî zewaca di temenên piçûk an jî şûn de bi zorê tê ferzkirin derdikevin, em dixebitin, em li ser lingê xwe disekinin. Em wek keç û xort dijîn, jin bi jin evîn dijîn, em dengek bilind dikenin, em hev berdidin, heke em bixwazin bêkar dijîn, em nexwazin zarok çênakin, em şev jî kolan û qadan naterikînin, dijî hemû astengiyan em li jiyana xwe xwedî derdikevin!

Em têkoşîna xwe ya femînîst xurt dikin!

Ligel pêkutî û tûndiya li welat zêde dibe, ligel zilamtiya tê xwestin ku berz bibe, ligel zilamên dixwazin dest bidin ser jiyana me, em jin û trans piştgiriya xwe xurt dikin. Em di van demên wisa de hîn zêdetir li têkoşîna xwe ya femînîst xwedî derdikevin. Em qad û kolanan tijî dikin û dijî pergela serdest a zilam ku dixwaze me ji hev dûr bixwe em jiyan û azadiya xwe diparêzin û em dora têkoşîna femînîst de tên cem hev!

Bijî 8ê Adarê!

Bijî têkoşîna me ya femînîst!



2016

Haberler

22 haber

Bianet

14 Feminist Gece Yuruyusu Mucadelemizi Buyutuyoruz

2016 PDF
Bianet

14th Feminist Night March We Expand Our Fight

2016 PDF
Bianet

Aa Madagaskar da 8 Marti Gordu Feminist Gece Yuruyusunu Gormedi

2016 PDF
Bianet

Feminist Gece Yuruyusu 8 Martta Taksimde

2016 PDF
Bianet

Feminist Night March İn Taksim

2016 PDF

Podcast