Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2018’an

Dîroka berxwedana jinan a ku em dizanin, sedsalan derbas kir. Zordarî hebe dê berxwedan jî her hebe. Tevî ku navê wan di dîrokê de hilnehatin jî jinan her di ber xwe de dan , li jiyana xwe xwedî derketin. Îro em bi hezaran jin li vê derê û bi milyonan jî li her derê cihanê disekinin û dibînin. Em dibînin ku li hemberî me perpitîna dijminahiya jinê, nijadperweriyê û faşizmê heye. Her roj, ji bo ku keda me, zayenda me û laşên me bimêtin; barê hemû dinyanê li me bar dikin, zayîna me dixin bin kontrolê, me mahkûmî şert û mercên ne weke hev dikin, weke ku arasteya zayendî yeke û zayend dudo ne tev digerin, ji bo ku me “têxin rêzê” tundiyê pêk tînin, dest tavêjin zarokan, jiyana me teslîmî saziyên mêrhilatdar û olî dikin, sînorên jiyanê ew bi destên xwe xêz dikin û mafê îhlal kirina wan sînoran jî di dest xwe de digirin û dema ku serdestiya wan hinekî  kil dibe di cî de sîlehên xwe dikêşin. Sazûmana mêrhilatdar a serdest jinan ji derveyî mekanîzmayên biryar sitendinê digire û jiyaneke ku em naxwazin li me ferz dike. 

Êdî gotina “Êdî bes e “ bêcî û bêwar e. Ji mêj ve ye bes e. Ji destpêkê ve ye bes e. Em ne ji bo ku bang li pergalê bikin civiyane, ji bo ku em rêyekê pêşniyarî wan bikin em li vira ne. Li hemberî pergala ku dixwaze me bi tundiyê,  bi şiddetê, bi şer, bi zimanê şêrîn û bi çîroka malbatê terbiye bike,  em bi femînîzmê têdikoşin, li ber xwe didin û dikevin nava raperînan. Me bi sêwirîna dinyayeke dinê dest pê kir, û em dizanin ev xeyal dê bi hevgirtin û piştgiriyê pêk were. Bijî Femînîzm, Bijî Têkoşîna Femînîst. 



Benzer Yazılar

2018 Feminist Gece Yürüyüşü Çağrı Videoları

2018 Feminist Gece Yürüyüşü Basın Açıklaması İngilizce

2018 Feminist Gece Yürüyüşü Toplantı Çağrısı