2014 – Daxuyanîya Çapemenîyê-Kurmancî

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2014’an

 

Leşê Me, Jîyana Me, Biryara Me ya Me Bin!

Bila malbata we ya we be!

Em jin di 12. salvegera meşa xwe ya şeva femînîst de dîsa li Taksîmê ne! Her sal zêdetir jin li vir serhildana me ya li dijî mêrsalarî, heteroseksîzm û şîdeta mêran diqîrin.

Em jin îro jî wek her 8’ê Adarê dubare dikin! Em li malê, li kargehê, li kolanan û li hemû qadên jîyanê dabeşkirina kar û kiryarên zayendperest red dikin! Çi em li malê mudedirêj bixebitin, çi li derveyî malê, em ê di her firsendê de dev ji gotina xwe bernedin ku deynê me li ser zilaman e ku ji bo keda me ya bêpere hemû karê malê û barê lênêrînê dixin stûyê me.

Ji 8’ê Adarê û vir ve çîrokên jinên ku ji alîyê mêran ve hatin qetilkirin û bûn mexdûrên şîdetê , nesekinîne. Em dizanin ku li pişt van çîrokan pergala serdest a mêrsalar heye ku bi sedsalan berdewam dike! 

Lêbelê hikûmeta AKP’ê ya ku 11 sal in desthilatdar e jî bi polîtîkayên xwe yên kevneperest gavan diavêje ku şîdeta mêran zêdetir bibe. Gotina serokwezîr a “Ez bi wekhevîya zayendî bawer nakim.” nêrîna AKP’ê ya li hemberî jinan e. AKP nêrîna xwe nîşan dide ku jin ji ber “tebîeta xwe” qels û hewcedar dihesibîne. Çareserîyên bi vê nêrînê dûr in ji pêşîlêgirtina tundîyê!

AKP bi perdeya zêdekirina îstîxdama jinan, hem me neçar dike ku em bi nermî bixebitin hem jî gelek zarokan bînin dinyayê. Tenê pêşerojek heye ku AKP’ê bo wê soz daye me: Zewac.

Zexta zewacê rê li pêşîya wan vedike ku dixwazin jinan bi darê zorê bizewicînin! 

Mêrsalarî û heteroseksîzma ku li ser esasa parastin û berdewamîya malbatê hatîne avakirin û zayendîtîyê ber bi zarokanînê ve dibin, du caran li me jinan dixin; meyla me ya zayendî yan tê paşguhkirin yan jî em dibin eşyayên xwestek û xeyalên mêran.

Em li dijî nîzama heteroseksîst a serdest a mêrsalar serî hildidin, ji ber ku ew ji şîdeta zayendî, tacîz, destavêtin, mobbing û cudakarîyê re hîn bêperastin dike, ji ber ku em tenê jinên lezbîyen, bîseksuel û transgender in, rengê nasnameya me wekî zayenda mutleq li ser me ferz dike. Dema ku AKP li ser sûcên nefretê rê û rêbazên hiqûqî pêk tîne, em dibînin ku kesên LGBT’yî ji çarçoveya parastinê derdixe. Ev wek daxuyanîya AKP’ê ye ku nîşana me dide ku ew ê bi berdewamî kuştina LGBT’yîyan ji dûr ve temaşe bikin. 

Me bi têkoşîna xwe ya li dijî qanûna qedexekirina kurtajê ya hikûmeta AKP’ê û Serokwezîr ku digot “Her kurtaj komkujîyeka Qilebanê ye”, nehişt ew mafê me yê kurtajê qedexe bikin.  Lê AKP tiştê ku nikare li dijî qanûnê bike, di pratîkê de dike. Nexweşxaneyên dewletê, herçend ew di heyama qanûnî ya 10 hefteyî de bin jî, jinên ku ji bo kurtajê bijarteyê diçin ji derîyên nexweşxaneyan vedigerînin. Herî dawî me dît ku li Îzmîrê bi rakirina bişkoka kurtajê rê li ber kurtajê hat girtin.

Tevî ku ev 2 sal in qanûna bi hejmara 6284’an a ji bo “parastina jinan ji tundîyê” hatîye derxistin, jin nikarin ji mafên ku di qanûnê de hatine diyarkirin sûd werbigirin. Tevî ku di qanûnê de heye, nikarin alîkarîya aborî ya demkî werbigirin. Mafê zarokan ê bi vêşartî li dibistanê qeydbûn bi rêk û pêk nayê tetbîqkirin. Navendên Pêşîlêgirtin û Şopandina Şîdetê (ŞÖNİM) ji bo hewcedarîyên me piştgirî nadin. Me ji sitargehê derdixin û dikujin. Navê wê jî dikin “Bi xwe bi dilxwazî ​​derket”. Em vê yekê qebûl nakin!

Pêvajoyên dadkirinê, bi serdestîya mêran ve têne meşandin! Têkoşîna me ji bo edaleta rasteqîn e li dijî edaleta mêrsalar a ku li tecawizê, teşwîqkirina kuştinê digere!

Êdî em dizanin ku tundîya ku em ji mêr, bav, bira û evîndarên xwe dibînin, ne qeder e! Em îtîraz dikin ku karê malê û xizmetên lênêrînê êdî erka jinê be! Em, tevî xetereya mirinê, li dijî vê tundûtûjiyê ne û îtaeta mêran nakin!

Me îsal têkoşîna xwe ya li kolanan li têkoşîna Gezîyê zêde kir. Me li dijî tundîya polîsan li ber xwe da. Hêrsa ku polîtîkayên AKP’ê afirandîye, em rijandin kolanan. Tacîz û tecawiza zayendî ku ji alîyê mêrsalarîyê ve weke navgîna şer tên meşandin, di dema binçavkirinan de derketin holê. Em baş dizanin ku polîs bi awayekî sîstematîk vê çeka mêran di serî de jinên siyasî bikar tîne û bi vî rengî hewl dide têkoşîna jinan bêdeng bike. Weke ku di berxwedana dawî ya Gezîyê de jî hat dîtin, em jin li şûna ku li hemberî vê zilm û tundîyê teslîm bibin, têkoşîna xwe mezin dikin.

Di sala dawî ya Tirkîyeyê de me şahidîya gelek tiştan kir. Ji bilî zext, tundî û polîtîkayên li dijî jinan ên hikûmeta AKP’ê, gendelîyên wan jî derketin holê. Kurteya polîtîkayên hikumeta AKP’ê bi taybetî jî ya serokwezîr di nava AKP’ê de gendelî, xizanî û şîdeta li hemberî jinan e.

Li pêşîya me hilbijartinên şaredarîyan hene. Yek dengê me nîne ku em bidin berendamên zayendperest, ji bo partiyên ku polîtîkayên zayendperestiyê rexne nakin! Dengê me ji bo rêveberîya şaredarîyên dostên jinan e! Dengê me bo wê yekê ye ku em cihê ku lê dijîn, bajêr biguherînin! 

Çekên ku ev 30 sal in diaxivin, ev salek e bêdeng in. Em hemû hêvîya çareserîya pirsgirêka kurd bûn. Lêbelê ev pêvajoya çareserîyê ne baş e û ne jî zelal e! Em dixwazin ev pêvajo leztir bibe, qanûnî bibe û jin wek alîyek beşdarê wê bibin! Em dubare dikin ku daxwazên çareserîya lezgîn û pêvajoya çareserîyê yên wekî bitaybetî perwerdeya bi zimanê dayikê, daxwazên femînîstan e jî.

Di 12. salvegera meşa xwe ya şeva femînîst de, em dîsa li ser heman kolanê ne ku em 12 sal in têda dimeşin. Li dijî wan ku dixwazin kolan, meydan û qadên me ji destê me bigrin! Em ê li dijî mêrsalarî, heteroseksîzm, kapîtalîzm û mîlîtarîzmê têkoşîna xwe bidomînin û di têkoşîna femînîst de berdewam bin.

Serhildana Femînîst

Kolektîfa Femînîst a Stenbolê

8’ê Adara 2014’an





Benzer Yazılar

2014 Yılı Uluslararası Dayanışma Metni Fransızca

2014 Yılı Uluslararası Dayanışma Metni İtalyanca

2014 Yılı 2 Mart Sosyal Medya Eylemi Çağrısı