Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2012’an
Em jin in, ne malbat in; em di serhildana femînîst de ne!
Ji 8’ê Adara borî û vir ve, polîtîkayên li ser esasa malbatê ku jin têde tên çewisandin, îstîsmarkirin û rastî tundiyê tên, xurttir bûn. Polîtîka, pêkanîn û axaftinên ku jin ji bo malbatê tên fedakirin, xurttir bûne û hîn jî xurttir dibin. Nîşana vê ya herî berbiçav jî, di serdema dawî ya desthilatdarîya AKP’ê de hilweşandina Wezareta Jinan û avakirina Wezareta Malbatê ye. Zagona ku qaşo ji bo xurtkirin û parastina jinan li hemberî şîdeta mêran û herî zêde jî tundîya mêran a di nava malbatê de hatîye amadekirin, di 8’ê Adarê de li TBMM’ê hat qebûlkirin, dîsa di bin navê “parastina malbatê” de hat derxistin. Di vê pêvajoyê de em rêxistinên jinan, bi desthilatdarîya AKP’ê ya ku defakto wekhevîya jin û mêr nas nake, ketin nava têkoşîneke bêdawî. Dema ku her roj 3 jin dihatin kuştin û em jin her roj li dijî tundîya mêran têdikoşîyan, li wê roja ku pêşnûme li Meclîsê dihat nîqaşkirin, meclîs hema bêje vik û vala bû, vê yekê jî vîna dewletê ya têkoşînê li dijî tundiyê nîşan dida. Di vê xalê de, her çend qanûn di derbarê pêşîgirtina li şîdeta mêran de hin rêziknameyên erênî bihewîne jî, di warê bihêzkirina jinên rastî şîdetê de û bidestxistina mafên civakî de nezelalîyên girîng bi xwe re tîne. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê bi bihêzkirina jinan re eleqedar nabe, lê hewl dide wan mehkûmî malbatê bike. Modela perwerdehîyê ya ku di dema dawîyê de anîne rojevê çi ye, ne berhema têgihiştinek e ku keçan mecbûr û mehkûmê malbatê dike ?
Em behsa kîjan malbatê dikin?
Behsa wê malbatê ku ku me jinan wek hevjînên baş/dayîkên fedakar bi cîh dike, berpirsîyarîya lênêrîna zarok, nexweş û kal û pîran dixe stûyê me, ku têda em bi lêdan, tecawiz û gefên kuştinê tên kontrolkirin, leş, ked û zanavê (nasnameya) me tên desteserkirin?
Behsa wê malbatê ku têda şîdeta mêran tê nixumandin, meşrû tê qebûlkirin, her tiştê xirab têda tê vêşartin?
Êdî hemû jin pê dizanin ku malbat ew “hêlîn” e ku mêr têda şîdet li jinan dikin û keda wan îstîsmar dikin.
Keda jinan a bê heqdest ji bo “malbatê” ye.
Dema ku bi mûçe bixebitin jî, mehkûmî karê kêm-maeş û nerm dibin, ev jî dîsa ji bo parastina “malbatê” ye ku jin bê navber erka xwe ya di malbatê de bidomîne.
Fermana Serokwezîr a ji bo jinan a ku digot “3 zarokan bînin”, ji bo berdewamîya malbatê ye ku jin erkên xwe yên pîroz ên dayiktiyê di nava malbatê de bidomînin.
Qebulnekirina Wezîrê Malbatê ya kesên lezbiyen, bîseksuel û transgender jî ji bo wê yekê ye ku “nirxên malbatê” neyên hejandin.
Hewriha ev yek jî ji bo malbateyê ku bi hincetên weke dirêjnekirina şorşejê, her dem çêkirina makarna, bêyî destûra hevserê xwe çûna cem diya xwe û kincên teng li xwe kirinê her roj 3 jin tên kuştin.
Edaleta mêrsalar; di dozên destavêtinê de beyana jina ku tecawiz lê hatiye kirin esas nagire, di heman demê jî de li malbata wê dikole, di destavêtinê de li “rizayetîyê” digere, jinên mexdûr dide ber pirsan û wan didarizîne.
Edaleta mêrsalar, cezaya kujêrên jinên telaqxwaz an jî îsyankar di bin navê tehrîka neheq an jî qutkirina mêranî de kêmtir dike.
Tesbîtkirina polîtîkayên dewletê li gorî malbatê û paqijkirina peyva jinê ji belgeyên nivîskî ne tesaduf e, bingeha pergala we ya serdest a mêrsalar e.
Em feraseta ku jinan weke ferd nahesibîne û mehkûmî malbatê dike, qebûl nakin!
Em dizanin ku heta ku em di jîyana xwe de, jin jî di nava malbatê de girtî bin, ev pergala malbatê neyê rexnekirin, heta ku ev şêwaza malbatê ya heteroseksîst berdewam be ku hewl dide jinan bi zilaman ve girêbide, şîdeta mêran di jîyana me de ji holê ranebe.
Zîhnîyeta we ya ku wekhevîya jin û mêr qebûl nake û polîtîkayên we yên malbatê yên ku heteroseksîzmê xurt dike, her roj dibe sedema kuştina 3 jinan û berdewamîya kuştina transan.
Em serî hildidin!
Kuştina jinan siyasî ye!
Kuştina transan siyasî ye!
Em hemû şahid in ku jinên Kurd ên ku du caran bûne mexdûrên şerê ku bi salan e li ser vê axê diqewime û mexdûrên feraseta li dijî aştîyê ne, yek bi yek di zindanan de ne.
Jin ji ber ku beşdarî rêxistina 8’ê Adarê bûne, ders dane, fikirîne, fikrên xwe anîne ziman û tenê ji ber ku Kurd in hatine girtin û hîn jî tên girtin.
Em femînîst dixwazin ku ev nêçîra hevalan di zûtirîn dem de raweste, hevalên me bên berdan û em li dijî girtinên keyfî serî hildidin.
Serhildana me ji bo rizgarîya me ye.
Serhildana me ji bo wê yekê ye ku em keda xwe ya bêheqdest a li malê ji holê rakin û dema ku bi meaş û mûçeyên bêmeaş dixebitin, neyên îstîsmarkirin.
Serhildana me li dijî şîdeta mêran e, li dijî darazê ye ku di destavêtinê de li “rizayetîyê” û di kuştinê de li “teşwîq”ê digere.
Serhildana me li dijî wan e ku nikarin ji me re bibêjin “jin”, lê dibêjin keçik, pîrek, xanim, afret, hermet, dayîk, dapîr, xwişk, malbat, eyal, keçên me, hermetên me û bi vî awayî me di van nasnameyan de dixin zindanê.
Serhildana me li dijî wan kesan e ku leşê me kontrol dikin û hewl didin ku zayendîya me bi mejîyê mêran sînordar bikin.
Serhildana me li dijî wê yekê ye ku piştî erdhêjê dema ku me hewl dida jiyana xwe ya piştî karesatê ji nû ve ava bikin, em bi zêdebûna tacîz, destavêtin û şîdeta mêran re têdikoşîyan.
Serhildana me li dijî şer û operasyonan e.
Em malbata we ya ku li ser pergala mêrsalarî û heteroseksîzmê hatîye avakirin qebûl nakin û herwiha qebul nakin ku hûn ji bo xurtkirina vê malbatê jiyana me dorpêç bikin.
Em 8’ê Adarê weke roja ku jin bi hev re serî hildidin, pîroz dikin.
Bijî hevgirtina jinan! Bijî hevgirtina femînîst!
Kolektîfa Femînîst a Stenbolê
8’ê Adara 2012’an