2008- Daxuyanîya Çapemenîyê-Kurmancî

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2008’an – Kürtçe

 

8’ê Adarê li kolanan! 

Dema ku me amadekarîya 8’ê Adara îsalê dikir, pêşî em pêhesîyan ku Ayşe Yilbaş li nexweşxaneya ku staja xwe ya xwendina bijîjkî lê dikir, li navenda Stenbolê ji alîyê hevjînê xwe ve, ku dikir ku wî berde, hatîye kuştin. Du roj berê jî, li Êlihê Nagihan Îlhan a 17 salî ji ber ku bi berdelê bizewice, bi 10 derbên kêrê hat qetilkirin. Bi heman çekan ku 4 sal berê di rojeke sibatê de Guldunya kuşt; Guldunyaya ku xeyala paşerojekê dikir ku zarokê xwe bi tena serê xwe mezin bike. Zilamên herî nêzî me, bi hêza ku ji desthilatdariya mêrsalarîyê distînin me jinan dikujin.  

Em femînîst, dizanin ku dawî li şîdeta mêran a li ser jinan û herwiha azadîya jinan wê tenê bi veguhertineke civakî ya mezin pêk were û em 8’ê Adarê weke roja hevgirtin û têkoşîna li dijî desthilatdarîya mêran pîroz dikin.

Em îro wek jinan ên ku keda wan hatîye desteserkirin, li malê bûne mehkûmê koletî û li kargehê jî bûne mehkûmê meaşên kêmtir, li malê-kargehê-kerxaneyê têne îstismarkirin, mecbûr mane ku li lêdana bav û mêrên xwe tebat bikin, di cînayetên namûsê de hatine kuştin, ji alîyê çeteyên navneteweyî ve ji bo sektora fuhûşê hatine firotin û li kuçe-kargeh-şer û nezaretê de tûşî taciz û tecawizê bûne, hêza xwe ji hevgirtina xwe digirin. Em caran ji bîr nakin ku me 8’ê Adarê ji têkoşîna jinên kedkar a heta mirinê ya bi daxwaza kêmkirina saetên kar û baştirkirina şert û mercên xebatê ya li salên 1800an mîrat girtîye. Em qebûl nakin ku 8’ê Adarê bibe rojeke wisa ku gul bo jinan bêne dayîn.

Em wan kesan hindik nabînin ku dixwazin 8’ê Adarê ya ku hêza xwe ji dîroka têkoşîna jinan digire bikin roja têkoşîna rejîma siyasî û hewl didin ku vê rojê bi nîdayên “Welat ji dest diçe!” bikin rojeke muxtira bo jin û mêran. Em fîkr û ramanên wan kesan jî hindik nabînin ku dibêjin jin di bin tesetturê de/li paş perdeyê bin. Lê em qebûl nakin ku jinên ku dixwazin bi çîtikê biçin xwendingehê, mafê wan ê xwendinê yê ku çi dibe bila bibe mêr tu carî jê nayên mehrûmkirin, ji wan bê girtin.

Em femînîst, 8’ê Adarê weke roja têkoşînê dibînin li dijî pergala ku hewl dide her cure serhildana bindestan bi tundîyê çareser bike. Em dizanin ku hemû çekên ku çi di hundir û çi li derveyê sînorên me gelê Kurd ji xwe re dikin hedef, me jî dike hedef. Di van rojan de ku têde mirin û kuştin tên rûmetkirin, em erka mezinkirina zarokan da ku ji bo welatê xwe bimirin red dikin li ser jinan tê ferzkirin.

Em dizanin ku keda me ya ku li malê xuya nake, mûçeyên me jî diyar dike ku em ji karê patronan digirin. Herçiqas em bi meaşê bixebitin jî, dibînin ku barê karê malê jî dikeve ser milê me. Haya me jê heye ku zexta ku em li malê dibînin, ji alîyê patronan ve tê dewrgirtin. Em femînîst, çawa ku di 8’ê Adara sala parîn bi jinên Novamed ên grevker re meşîyabûn, tevahîya salê jî bi wan re meşîyan. Em di 8’ê Adara îsalê de dîsa bi jinên Novamedê re ne ku bi mehan di konê grevê de razan û bi wî awayî mafên xwe bi dest xistine. Em di vê 8’ê Adarê  de patronên ku du caran keda me îstismar dikin, zilamên ku keda me li malê desteser dikin, hikûmeta ku bi qanûnên (bê)ewlekarîya civakî yên ku têda bi eşkerayî hevkarîya mêr û patronan dikin, ji hemûyan re dibêjin “Na!” û vê rojê wisa pîroz dikin. Em îtîraza xwe ya ji esasê li dijî zagona (neewlehiyê) diqîrin ku jinan bi malbat, mêr û bavên xwe ve girêdayî dike. 

Îsal li Taksîmê bi sedan mêr bi tacizkirina jinan li ber kamerayan ketin sala 2008’an. Me dîyar kirîye ku ev ne bi tenê pîsîtîya çend serserîyan e, lê ya mêrsalarîyê ye ku li ser leşê jinan xwe  wek xwedîyê her mafî dihesibîne, polîsên ku di hemberî wan taciz û êrişan de çavên xwe girtin û herwiha darazîya ku qanûn tetbîq nekirin û li benda gilîkeran ma jî bi qasî wan sûcdar in. Ji bo 8’ê Adarê me xwe bi tûjkirina derzîyên xwe yên binefşî amade kirin. Li dijî taciza zayendî em dibêjin “Bêdeng nemînin, biqîrin, derzîya binefşî bixin!” Û di vê 8ê Adarê de jî em dîyar dikin ku em li dijî tawîzên provokasyonê yên neheq in ên ku piştî kuştina jinan wek xelatê didin mêran û em diqîrin ku em alîgirên jinan ên polîtîk in. 

Em di 8’ê Adarê de dîsa li kolanan in û dibêjin ku em ê li hemberî pergala mêran a bêedalet dev ji berdevkîya edaleta femînîstê bernedin û rizgarîya me jî di destê me de ye.

Em ê serî li ber desthilatdarîya mêran netewînin.

“Ji bo rizgarîya me, em bi hev re xurttir in.”

Kolektîfa Femînîst a Stenbolê





Benzer Yazılar

2008 Feminist Gece Yürüyüşü Birinci Toplantı Çağrısı

2008 Feminist Gece Yürüyüşü Takvimi

2008 Feminist Gece Yürüyüşü Basın Açıklaması