2005 Feminist Gece Yürüyüşü

Feminist Gece Yürüyüşü

2005

Basın Açıklamaları

daxuyanîya çapemenîyê

2005 Yılı Basın Açıklaması – Kürtçe

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2005’an EM ÎTAETÎ PERGALA MÊRPERESTÊ NAKIN Em îtaet nakin, ji ber ku em xwasteka vê pergalê red dikin ku ji me dixwaze em bibin “baş/xanim/xama/hemser”. Em...

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2005’an

EM ÎTAETÎ PERGALA MÊRPERESTÊ NAKIN

Em îtaet nakin, ji ber ku em xwasteka vê pergalê red dikin ku ji me dixwaze em bibin “baş/xanim/xama/hemser”.

Em ji “peywirên xwe yên naşad” bêzar bûne ku tevî xebitîn-nexebitîna li derveyê wek mêr û jin “peywirên xwe” yên hînkirî bînin bi cîh, hemû kar û barên malê yên wekî çêkirina xwarinê, şûştina firaq û cilan, xweyîtîya zarok û kal û pîran bigirin ser milên xwe, peywira xwe ya “dayîkîya pîroz”ê bidomînin, xerabîyê neynin ser “namûsa xwe” ya ku ne malê me lê yê mêr an jî bavê me ye, li gor rolên zayendî bijîn ku ji me tên çaverêkirin. Lêbelê serhildana me ne ji ber bêzarîyê ye. Serhildana me ji ber derewkerî/durûtî ya vê pergala mêrperest e. Ji ber ku rênimaya vê pergalê, li ser destdana ked, leş û zanavên jinan hatîye avakirin. Lewma, namûsa me li xwendingehan ji alîyê “dewlet”ê ve, li nav malbatan jî ji alîyê “tore”yê ve bi xwîna me tê parastin (!). Ji ber vê yekê, zayendîtîya me ji çewsandin û qedexekirinê wêde, ji bo mêran bûye mijara kêf-kelebût, zewq, êriş û biçûkxistinê. Lewma leşê jinan xenîmet e li her derê dinyayê. Lewma hemû cureyên tundî û êrişê li hember jinan di dema şerî de, nabin sedema bertekdanê bi qasî bombebarankirina cebilxaneyeke. Ji ber vê yekê, em ne bi tenê di malê/malbatê de, li kargehan, li kuçeyan, li qereqolan, li şeran… di her qada jîyanê de dûçarî êrişên mêran ên zayendî, dûçarî taciz û tecawizê dibin. Lewma firehî, birêkûpêkî û sazumanîbûna tund û tujîya li hemberê me, hîn jî tên paşguhkirin, canên me wisa bi hejmaran li ser hev de tên rêzkirin ku mirov dibêje qey statîstîkeke jirêzê ye bi dilsarî hatîye çêkirin. Ji ber ve yekê, herî jar ên vê dinyayê, em in. Ji ber vê yekê, hemû mal û milkên ku me bi hev re qezenc kirine, li ser navê mêran in.  Lewma me nadin ber xwendinê, em ji hemû derfetên perwerdebûnê têne bêparkirin. Perwerdeya herî kurt, destmiza herî kêm para me jinan e. 

Bi kurtasî em jin, em “darên şikestî”, ên ku cîhê wan li ser sifreyê bi qasî yê gayî jî nîne; tevî ku hemû rolên jinbûnê bêkêmanî bînin cîh û bibin nîvê vê dinyayê jî, em hêj ew kes in ku kes naxwaze wan bibîne, hêj ew kes in ku gotina wan tê birîn.  Em ew kes in ku ji me dixwazin em bawerîya xwe bînin bi hemû wan derew û viran, ên mînanî “azadî û demokrasî” ya ku Amerîkayê bire Rojhilata Navîn.

Erê, em ji alîyê mêran ve têne çewsandin. Carna bi kotekê, bi tundîyê û carna jî bi pêwistîya “dilsozî” û “fîdakarbûn”ê ku li me hatine barkirin, carna jî bi stranên pîrozî û mesûmtîya malbatê yên ku tim têne dubarekirin. Lê ya rast ew e ku “tundî”ya ku li her derê ji bo çewsandin, bêdeng û paşguhkirina me wek amûreke tê bikaranîn, yek ji amûrên herî girîng ên vê pergala mêrperest e ku carna bi “namûs”ê, carna bi “xenîmeta şerî”, carna jî bi “bazirganîya leşê jinan” jîyana me rehîn digire, tune dihesibîne, ne ku “fermîtîya hejmaran”.  Ne bi tenê tundî; hiqûq, malbat, dewlet û dîn jî rê li ber çewsandina jinan vedikin. Hemû nirxên zayendî yên civakî, li ser çewsandina me jinan û dîtina vê çewsandinê wek “çarenivîs”ê hatine awakirin da ku îtaeta jinan bo mêrsalarîyê pêk were. Em di nav van derewan de fetisîyan ku zorê didin ku em vê çewsandinê qebûl bikin. 

EM ÎTAETÎ MÊRSALARÎYÊ NAKIN!

Îro emperyalîzm di bin navê globalîzmê de, di bin navê “ahenga binyadî”yê de sîyaseta bi erzanî îstismarkirina keda jin û zarokan ferz dike. Karkerên bimeaş ên herî xerab, piranîya karên bêpere û nefermî dikeve para me jinan. Bêqîmetîya karên malê, bêqîmet hesibandina  nirxê karên malê yên din, dema ku tê dayîn, me jinan dike feqîrtirîn xizanên vê dinyayê. (Keda nexuyayî, dengê xo bilind ke!) Em xwedî li keda xwe ya nexuya der dikevin.  Li alîyê din, homoseksuel jî wek tiştên seksê tên dîtin û piştî jin û transvestîyan, firotina zarokên xort ên homoseksuel li bazarên fuhuşê berdewam dike! Em ê li hemberî fuhûş û bazirganîya leşê jinan ku di pergala kapîtalîst de bûye pîşesazî, bêdeng nemînin. 

EM ÎTAETÎ AMERÎKAYÊ NAKIN!

Milîtarîzma ku bi qasî dîroka vê axê kevn e, li kêleka me bi şerê bi salan girantir bûye. Zerarê ku mîlîtarîzm dide hemû civakê, hêrs û dijminatîya ku ew dibe sedem, her yek ji me bi jîyana xwe dizane. Li alîyê din, mîlîtarîzm her cure şîdetê bi taybet şîdeta li ser jinê xwedî û zêde dike. Em bi xwişkên xwe yên Kurd re diqîrin ku ew bi xwe hem di dema şer û hem jî piştî şerî de qurbanîyên vê tundîyê yên sereke ne. 

EM ÎTAETÎ MÎLÎTARÎZMÊ NAKIN!

Xeta mêrsalarîyê jî, zayendîtîyê li ser vê esasê mutleq dike ku mêr ji jinê hez dike û jin jî ji mêrî hez dike. Heteroseksîzm-hemberzayendhezîyê, wek pêwîstîyeke, tekane awayê hebûnê tê qebûlkirin/tê ferzkirin. Heteroseksîzma ku xwe dispêre aktîv-otorîterîzma mêran û pasîf-hestîyarîya jinan, ji nû ve dîsa tê avakirin. Kesên ji bilî hemberzayendhez, tên marjînalîzekirin û wek nexweş û rêşaş tên miamelekirin. Nefret, fikar û tirsa ji homoseksuelan, bi gotineke din homofobî, tê berbelavkirin. Em heteroseksuelîya bi zorê red dikin ku li ser me hemûyan tê ferzkirin. Heteroseksuelîya bi zorê, li hember mirovahîyê sûcek e. 

EM ÎTAETÎ HETEROSEKSÎZMÊ NAKIN!

Îro 8ê Adarê ye… 8’ê Adarê ku bi sedsalan berê bi têkoşîna jinên kedkar a ji bo mûçeyên baştir û şert û mercên jiyanê, bi îsyana wan a ku dixwest jin nebin herî feqîr ên xizanan, bû rojeka dîrokî. Îro em dibînin ku hewldan hene ku wateya wê were jibîrkirin û naveroka wê were valakirin. Dewlet, çapemenî, sermaye û mêr,  îro 8’ê Adarê ne weke roja têkoşînê, lê weke roja “bazirganî” ya mîna roja dayîkan û roja evîndaran dinirxînin. Bi rastî jî, ew dixwazin bi gotin û destkeftîyên me, çewisandin û îsyana me ya li hemberî pergala mêrsalarîyê bitepisînin. 

EM ÎTAETÎ PERGALA MÊRSALARÎYÊ NAKIN!

Em dixwazin 8’ê Adarê, roja ku em têkoşîna xwe ya li dijî mêrsalarî bilind dikin, bibe roja betlaneyê ya bidestmiz û di vê 8’ê Adarê de bang li hemû jinan dikin ku serî hildin û bitêkoşin. 

BIJÎ 8’Ê ADARÊ, BIJÎ TÊKOŞÎNA ME!



2005

Haberler

2 haber

Bianet

8 Martin Ardindan

2005 PDF
Bianet

Bu Erkek Duzene İtaat Etmeyecegiz

2005 PDF

Podcast